Li Amedê endamekî PKKê canê xwe ji dest da

Berî niha jî li navçeya Sûrê gundê Herbecînê barhilgirek bombebarkirî teqiyabû di encamê de 16 gundî canê xwe ji dest dabûn.

K24-Amed

Li bakurê Kurdistanê bajarê Diyarbekirê pevçûn derket û endamekî PKKyê canê xwe ji dest da.

Li bajarê Diyarbekirê navçeya Yenîşehîrê hêzên ewlekariya Tirkiyeyê agahiya tiraktorekî bombebarkirî bidestxistin û dest bi operasyonê kirin. Di encama operasyonê de pevçûn derket û endamekî PKKyê canê xwe ji dest da. Heta niha nayê zanîn dê bombe li kû derê bihata biakanîn û ber kû ve dihat vegûhestin? Tiraktora bombebarkirî li cihê operasyonê di bin kontrolê de hate teqandin.

Berî niha jî li navçeya Sûrê gundê Herbecînê barhilgirek bombebarkirî teqiyabû di encamê de 16 gundî canê xwe ji dest dabûn.