Welatên Rojavayî û Kurd ji Rakirina Parêzbendiyan Dilgiran in

Rakirina Parêzbendiyê Li Tirkiyeyê, him li Tirkiyeyê, him jî li nav dewletên cîhanê de deng veda. Hûqûqnas didin zanin ku, bi vê biryarê gelek kirinên der destûrî û ne rewa hatine kirin û dibêjin, ji xwe xeleka ku Kurd bikarin siyaseta xwe bikin teng bû û bi vî rengî jî rêgirî li ber karên parlamenteran jî zêdetir bû ye.

K24 – Diyarbekir

Rakirina Parêzbendiyê Li Tirkiyeyê, him li Tirkiyeyê, him jî li nav dewletên cîhanê de deng veda. Hûqûqnas didin zanin ku, bi vê biryarê gelek kirinên der destûrî û ne rewa hatine kirin û dibêjin, ji xwe xeleka ku Kurd bikarin siyaseta xwe bikin teng bû û bi vî rengî jî rêgirî li ber karên parlamenteran jî zêdetir bû ye.

Rakirina parêzbendiya parlamenteran, li Bakurê Kurdistanê bi nerazîbûn tê peşwazî kirin. Siyasetmedar û hûqûqnas radigihînin ku, ger siyaseta sivîl bi azadî neyê kirin, dê pirsgirêkên giran li Tirkiyeyê rûbidin. Baldikşînin ku li Tirkiyeyê bawerî bi dadweriya dozger û dadgeran nîne û niha siyasetmedar û parlamenter, dimînin ji biryarên wan yên kêfî re.

Aktîvîstê Mafên Mirovan û Hûqûqnas Reha Rûhevîoglû, ji Kurdistan24 re diyar kir ku, bi rakirina vê parêzbendiyê qesta girtin û ceza kirina parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDPê tê kirin. Rûhevîoglû dazanîn ku, herçiqas wek teorî parêzbendiya hemû parlamenteran hatibe rakirin jî, kes behsa parlamenterên din nake.  Dîsa balkişand ku, biryara hatiye dayîn jî, daxwaza bi referandûmê rakirin  parêzbendiyê jî xelet e.

Rûhevîoglû ji K24ê re got: “Parlamenter bi dengên 100 hezaran kesî tên bijartin û divê bikarin bi azadî karên xwe bikin… Ev ne tiştekî rewa ye ku hûn biryara gelê Diyarbekirê, xelqê Kurdistanê, bi îradeya Stembolê, Enqereyê û Bursayê destnîşan bikin.”

Beriya vê biryara rakirina parêzbendiyê, li Parlamentoya Tirkiyeyê parlamenter, li parlamentoyê parastina xwe dikirin û ger ku parlamento biryar bidaya bo ceza kirinê derdiketin ber dadgehê.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk DBPê Salîh Yildiz jî dazanîn ku, ev biryar biryareke siyasî ye û derhûqûqiye. Yildiz balkişand ku ger parlamenterên HDPê ji parlamentoyê bên der kirin, îradeya nijadperestiya Tirk tenê dimîne  û nûnertiya hemû cure rengên civakî jî li derveyî parlamentoyê dimîn in.

Yildiz got jî: “Bandora gel li ser me çêdibe, rexneyên gel li ser öe çê dibin û dibêjin: ‘Hûn ew qas hêvîdarê demokrasiyê, biratiyê û aştiyêne, lê maf û azadiyên Kurdan nayên qebûl kirin, zimanê wan nayên qebûl kirin, em çewa bi wan re biratiyê dixwazin.”

Her wiha, Yekbûyîna Dewletên Emerîkayê û dewletên Yekîtiya Ewrûpayê jî, nerazîbûna xwe ji bo rakirina parêzbendiyan ragihandin. welatên Rojavayî  bi gotarên wiha digiraniya xwe ragiahdnin: Parlamentoya Ewrûpa: “Serdestiya hûqûq û dadweriyê dikeve bin xeteriyê, Emerika: “Xwe îfade kirin li Tirkiyeyê ketiye bin xeteriyê.” Elmanya: “Em ji tûj bûyîna, bereyên rikhev metirsîdar in.”