Li Bakurê Kurdistanê buhabûna zêr dawetan li paş dixe

Niha li cem zêrfiroşan misqalek zêr 119 Lirayê Tirkî ye. Him welatî him jî zêrfiroş ji ber bihabûna zêr nerazî ne. Herwiha xuya dike ku, heta demek dirêj bihayê zêr nakeve û hêviya ciwanan ya bo zewacê jî dimîne bo bihareke din.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê bi hatina biharê dema dawet dest pê dikin. Lê belê îsal ji ber qeyrana aboriyê û rewşa aloz ya siyasî bûhayê zêr her ku diçe zêde dibe û ev yek jî destê wan kesên dixwazin bizewicin teng dike. Ji lewra welatî bi gilî û gazinc in ku îsal nikarin bizewicin an li gorî dilê xwe dawetan çê bikin.

Li gorî kelepora kurdan dema ku, dawet çêdibin  ji aliyê malbata bûkê ve gelek zêde zêr tên xwastin. Malbat car na zincîra 3-4 mîtroyan dirêj ya zêr dixwaze. Heta gava dawet dawetên eşîran be heta 4-5 kîloyan zêr tên çêkirin. Lê belê buhabûna zêr ji bo wan malbatên dixwazin zarokên xwe bizewicînin bûye astengiyeke mezin.

Girêsora Rihayê jî malbatên dixwazin zarokên xwe bizewicînin dibêjin ji ber qeyrana aborî destê wan gelekî teng bûye û ji ber vê yekê jî dawetên xwe bi paş dixin.

Derbarê vê mijarê Hemwelatî Adem Agiragaç wiha ji K24ê re got:"Em nikarin zêr bikirin. Ji me re gotin gustîl, kember û xelek bikirin. Nirxa zêr jî ne diyar e.  Em nikarin bûkekê derbixin. Zor e gelek zore. Heyat zor e. Em nikarin xortê xwe bizevicînin."

Herwiha hemwelatiyeke din jî wiha axifî:"Rezîlî ye.. Zêr nayê kirîn. Em nikarin zarokên xwe bizewicînin. Perîşanî ye, em tên pirs dikin  û em dest vala vedigerin mala xwe."

Zêrfiroş jî ji ber rewşê bi gilî û gazincin. Ji ber ku, ew jî nikarin zêr bifiroşin û daxwaza wan ew e ku di demek nêz de ev kêşeya aborî ji holê rabe da ku ev jî bi karibin bixebitin.

Ji aliyê xwe ve Medet Kayduç wiha got:"Zêr biha bûye em dixwazin ku dakeve. Dakeve dê gelek baş be ji ber ku dan û standin temamî hatiye asta xelas bûnê.  Çi qas dakeve ji bo me ev qas rinde, ew ên ku çaxa zavaca wî hatiye dikare ji xwe re zêr bikire, dan û standin zêde çêdibe."

Niha li cem zêrfiroşan misqalek zêr 119 Lirayê Tirkî ye. Him welatî him jî zêrfiroş ji ber bihabûna zêr nerazî ne. Herwiha xuya dike ku, heta demek dirêj bihayê zêr nakeve û hêviya ciwanan ya bo zewacê jî dimîne bo bihareke din.