Li Stenbolê piştî teqînan rewşa ewlekariyê tê gotûbêjkirin Kirin

Hemwelatiyên biyanî jî ku ji welatên derva dihatin Stenbolê piştî teqînan zêde bala xwe nadin vî bajarî. Ev yek jî bo aboriya welêt tengasiyeke mezin e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ecfcf97b-36da-4b71-afad-ae6349104dc6/TedbirenEwlekariye-Istanbul.ism/manifest

K24-Stenbol

Stenbol bajarê herî mezin yê Tirkiyê ye ku, di nav salekê de rastî êrîşên mezin hatiye. Piştî êrîşan li ser ewlekariya bajêr danûstandin tê kirin. Li gor daxuyaniyên fermî gelek planên êrîşên bi bombeyî bi xebatên saloxgeriyê hatine astengkirin.

Li bajarê Stenbolê, di demên dawî de li deverên Siltan Ahmet, Sancaktepe û Îstîklalê teqînên bi bombeyî pêk hatibûn. Her teqîn ku dibe sedema mirina mirovan, her wiha dibe sedema nîqaşên tedbîrên ewlekariyê. Li gor daxuyaniya berdevkê hikûmetê Numan Kurtulmuş, Tirkiye him ji hundir û him ji derve bi awayekê sîstematîk amanca êrîşên terorî ye.

Derbarê vê mijarê Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Numan Kurtulmuş wiha got:"Ji meha Çileya borî heta niha bi xebatên saloxgeriyê, rê li ber 85 bûyeran hatine girtin. Jê 49 êrîşên weke xwekujiyê bûn yan jî bombe li wesayîtan hatine barkirin. Li dijî têkoşîna terorê hêzên ewlekariyê tedbirên xwe digirin."

Piştî teqînan hejmara peywirdarên ewlekariyê li bajêr li gor rabirdûyê hatine zêdetirkirin. Bi taybetî li deverên turîstîk û rawestgehan çenteyên mezin yek û yek tên kontrolkirin. Parêzgehiya Stenbolê li seranserê bajêr carna sepandinên taybet dike û kesên gumanbar yan jî wesayîtên bi şik tên girtin.

Ji aliyê xwe ve  Parêzgehê Stenbolê Vasîp Şahîn wiha axifî:"Em wek bajarê Stenbolê, him ji bo welatê xwe him ji bo herêma xwe tedbirên ewlekariyê hatine girtin. Bûyerên berê û agahiyên ketine destê me bo me tecrubeyek e. Li ser mijara ewlekariyê em gelek baldar in û tedbîrên xwe zêde kirine."

Piştî teqînan tirs dikeve nav civatê jî. Niştecîhên bajêr newêrin herin cihên qelebalix. Bi taybetî cihên geştyarî ne li gor salên borî têr û tije ye. Hemwelatiyên biyanî jî ku ji welatên derva dihatin Stenbolê piştî teqînan zêde bala xwe nadin vî bajarî. Ev yek jî bo aboriya welêt tengasiyeke mezin e.