Li ser 14 kuçeyên 3 taxên Sûra Amedê qedexe hat rakirin

Di vê çarçoveyê de hê jî xebatên xirakirina xaniyan didome. Her wiha dê 9 qerekolên hêza taybet jî li Sûrê werin avakirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6710b64f-e13a-4788-bf56-5d61d8275706/LiSureQedexeyaQismiHatRakirin.ism/manifest

K24-Amed

Li 14 kuçeyên 3 taxên navçeya Sûr ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve hat rakirin. Piştî vê biryarê bi sedan welatî ber bi malên xwe yên ku bi mehan nedîtin ve çûn.

Hat xûyakirin ku bi sedan xanî bi temamî hatibûn rûxandin. Xelkê di nava hêstirên çavan de li şûna malên xwe nêrîn û xwestin ku çareseriyekê ji halê wan re bê dîtin.

Ev der taxa bi nava Savaşê ye.  Bi sedan xanî bi temamî ji cihê xwe hatine rakirin û li şûna wan ev qada vala maye. Bi sedan xanî jî ji guleyên weke seradê lêhatine. Xelkê vê taxê  ji serbanên bilind li malên xwe an jî li şopa wan dinêrin û li ser vê rewşê wiha dibêjin;

Li nava Sûrê gelek berhemên dîrokî jî bûne armanca gûleyan û ziyaniyeke mezin gihaye wan. Ev der Mizgefta bi navê Hecî Hemîd e, minareya wê hilweşiyaye, gumbeta wê qul bûye. Ev der jî Dêra dîrokî ya bi navê Surp Giragos ya Ermenan e. Ew jî kavil bûye. Bi hin minareyan ve alayên Tirkiyê hatine daliqandin. Hûndirê xaniyan jî weke ji derveyê wan e. Li ser hin xaniyan bi rengê kesk nîşane hatine xêzkirin. Tê gotin ku ev xanî hatine kontrolkirin.  Xwediyên wan xaniyan dibêjin ew îstîmlaqkirinê naxwazin.

Li taxê Hasirli, Savaş, Dabanoglu Fatîhpaşa, Cemal Yilmaz û  Cevatpaşa'yê ji 11'ê Kanûna 2015'an ve ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û şervanên Yekineya Parastina Sivîlan (YPS)ê  hatibûn qedexekirin. Di şer û pevçûnên ku, 103 rojan dewam kirin de ji her du aliyên şerker herî kêm 430 kes an canê xwe ji dest dan. Kêmzêde 25 hezar niştecihên vê derê malên xwe bicîhiştin. Ji bo 6 taxên Sûrê ji aliyê dewletê ve biryara îstîmlaqkirina lezgîn hatiye standin. Di vê çarçoveyê de hê jî xebatên xirakirina xaniyan didome. Her wiha dê 9 qerekolên hêza taybet jî li Sûrê werin avakirin.