Li Tirkiyê 3ê hezar û 800 penaberên Sûrî muhleta kar wergirtin

sala borî jî bo 64 hezar û 833 kesan muhlet hatibû dayî.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyê destûra kar da 3ê hezar û 800 penaberên Sûriyê daku, bi awayeke fermî li wî welatî kar bikin.

Di 15ê meha Kanûna Pêşîn a sala 2016an,Tirkiyê biryara muhleta karkirnê bo penaberên Sûriyê derxistibû, li gor wê biryarê penaberên Sûriyê dikarin bi awayeke fermî li wî welatî kar bikin.

Bi derxistina wê biryarê niha 3ê hezar û 800 penaber niha dikarin muhletê ji Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî werbigrin, dema wê muhletê jî yek sale.

Li gor vê biryarê di kargehekî de hejmara xebatkarên sûrî divê li gor welatiyên tirkiyê ji sedî 10 derbas nebe.

sala borî jî bo 64 hezar û 833 kesan muhlet hatibû dayî.