Niştecihên Sûrê li dijî parlementerên HDPê nerazîbûn nîşan dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Niştecihên navçeya Sûrê ya Diyarbekirê li dijî parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nerazîbûn nîşan dan.
Îro parlementerên HDPê Îdrîs Balûken, Nûrsel Aydogan û Sibel Yîgîtalp û çend rêveberên wê partiyê serdana navçeya Sûrê kirin. Di serdanê de esnafên Sûrê behsa kêşe û xisarên xwe yên aboriyê kirin û dilgiraniyên xwe yên ji ber şer û pevçûnên anîn ziman.
Komek ji nêzikê 10 kesan pêk dihatin, ji aliyekî din ve jî nerazîbûneke tund nîşan dan û dan zanîn ku ew naxwazin endamên HDPê serdana Sûrê bikin.
Nêzikê 6 mehan e, li 5 taxên navçeya Sûrê qedexeya derketina derva berdewam e. Duh li 14 kûçeyên 3 taxan qedexe rabûbû.