Binalî Yildirim: Lîsteya Encûmena Wezîran amade ye

Civîna Desteya Biryar û Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê bi dawî hat. Binalî Yildirim piştî civînê da xuyakirin, lîsteya Encûmena Wezîran hatiye amadekirin û ewê pêşkêşî Serokomar Erdogan bikin.

K24 – Nvenda Nûçeyan

Civîna Desteya Biryar û Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê bi dawî hat. Binalî Yildirim piştî civînê da xuyakirin, lîsteya Encûmena Wezîran hatiye amadekirin û ewê pêşkêşî Serokomar Erdogan bikin.

Serokê Giştî yê AK Partiyê Binalî Yildirim, derbarê pêvajoya damezrandina hikûmeta nû de agahî dan. Yildirim got, ji ber civîna li Stenbolê dibe ku dema Serokomar Erdogan kêm be û ji ber vê kengê lêhatî bibîne, ewê lîsteya hikûmeta nû pêşkêş bike.

Tê payîn sibê bi civînekê hikûmeta nû ya Tirkiyê bê ragehandin û bi erêkirina Serokomar Erdogan re, 65'emîn hikûmeta Tirkiyê dê dest bi kar bike.

Binalî Yildirim sibê demjimêr 11.30 dê yekemcar wek serokê giştî, dê koma partiya xwe ya parlamentoyê de axaftinekê bike.

Hê berê hatibû ragehandin, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan roja şemiyê dê serdana Diyarbekirê bike û hat destnîşankirin, Binalî Yildirim jî ligel wî cih digre.