ENKS daxwazê ji gel dike derkevin xwepêşandanên aştiyane

Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo civînek birêve birin û daxwaza derketina xwepêşandanên aştiyane li dijî kiriyarên Asayişa Rojava kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ed402a3b-9480-4e8a-9521-b0924941a8b8/enks-qamislo1.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo civînek birêve birin û daxwaza derketina xwepêşandanên aştiyane li dijî kiriyarên Asayişa Rojava kirin.

Endamê ENKSê Ebdulsemed Xelef Biro ji K24ê re ragihand, Asayişa Rojava bê rêz û destûr li Amûdê û devera Koçeran bi ser malên gundiyan girtin û gelek xort jî girtin. Herwiha  wan daxuyaniyek belav kir û daxwaz ji gel kirin ku bi şêweyekî aştyane derkevin xwepêşandan û mangirtinan lidar bixin.

Biro diyar kir, ku ENKSê bangekê dişîne ji hemû hêzên Kurdistanî û navdewletî re û daxwazê ji wan dikin ku xelkên deverê ji van kiryarên ku bûne sedemên valakirina herêmê ji xelkên wê, biparêzin.

Derbarê veguhestina Rêveberiya Perwerdeyê  ji ezmûnên pola 12an ango bekeloriya bo bajarê Hesekê de, Biro diyar kir, ku ev biryar bi xwe jî yek ji encamên lîstokên di navbera rêjîm û Rêveberiya Xweser de ye, ku armanca wê valakirina herêmê ye.

Herwiha Biro got aşkere kir, ku ew wek ENKSê nameyekê bişînin rêxistina UNESCO û hemû rêxistinên pêwendîdar re, da ku bi erkên xwe rabin û şagirtên herêmê ji van kiryaran biparêzin.

Wezareta Perwerdeya Sûriyê biryar da, ku navendên pêşkêşkirina ezmûnên pola 12ê yên tevahiya bajarên bi ser parêzgeha Hesekê ve, ku bajarên di bin kontrola Rêveberiya Xweser jî li xwe digire, bo navenda bajarê hesekê bê veguhestin.