ENKS: Ji roja PYDê bûye desthilat kiryarên xirab li himberî Kurdan dike

Duh, berbangê Asayîşa Rojava li bajarê Dêrikê û Amûdê ser bi çend gundan de girtin û hejmarek mezin ji ciwanên Kurd bo leşkeriya bi zorê birin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Cedan Elî ragehand ku, ji roja Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) bi wekalet bûye desthilat li deverên Kurdî, kiryar, biryarên xirab li himerî Kurdan distîne.

Derbarê wan êrîşên ku duh, Asayêşa Rojava birine ser çend gundên Koçeran li bajarê Dêrikê û çend gundên bajarê Amûdê Endamê Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Cedan Elî ew kiryar şermezar kirin û wiha ji K24ê re got: "ENKS neçare xwepêşandanan li hemû deverên Rojava derkevin û li hemberî wan kiryaran derkeve."

Cedan diyar kir ku, ew bi ti awayî birina liser malan û binpêkirina hûrmeta malbatan û girtina ciwanan qebûl nakin.

Herwiha Nûnerê ENKSê aşkere kir ku, eger pêwîstiya wan bi leşkeran heye, daku navçeyan rizgar bikin, bila rê bi pêşmergeyên Rojava bidin û coreyekî hevbeş ji her du hêzan avabikin.

Duh, berbangê Asayîşa Rojava li bajarê Dêrikê û Amûdê ser bi çend gundan de girtin û hejmarek mezin ji ciwanên Kurd bo leşkeriya bi zorê birin.