“Beşdariya Heşda Şeibî di azadkirina Feloce de cihê nîgeraniyê ye”

Erebên bajarê Feloceyê yên penaberî Hewlêrê bûne, ji beşdariya Heşda Şaibî di proseya rizgarkirina Feloceyê de nîgeran in.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b4ba8738-8e59-4f93-b85a-50b7b413beb7/FelocaPenaber.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Erebên bajarê Feloceyê yên penaberî Hewlêrê bûne, ji beşdariya Heşda Şaibî di proseya rizgarkirina Feloceyê de nîgeran in.  

Li qezaya Şeqlawa yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve,  gelek penaberên Ereb yên Felocayê lê dimînin, derbarê kampîna rizgarkirina Felocayê, ew penaber bi vê proseyê geşbîn in, lê ji aliyekî din jî ji beşdarbûna Heşda Şeibî dilgiran in, li gor gotina wan ku Heşda Şeibî dê ji wan re pirsgirêkan bîne hole.

Hin penaber jî di wê baweriyê da ne, ku Heşda Şeibî bi awayekî heremekî bajarê Feloja dide ber topan û dixwezin tolhildana xwe ji Suniyan hildin.

Niha kampîna rizgarkirina wî bajarî dest pê kirîye, gelek welatiyên Felocayê jî matmayî mane, ditirsin bajarê wan careke din têkeve destê Heşd Şeibî û wek nimûneya li Diyala û hin bajarên din bi serê wan de were.