Li Stenbolê lûtkeya mirovî ya cihanî bi dawî hat

Beramaberî berdewamiya şer û pevçûnan, diyar e hejmar û kêşeyên penaberan jî dê zêdetir bibe. Loma yekane daxwaza beşdaran bidawîbûna şer e.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e50ef565-302b-47be-a614-1d625febdd57/encamalutkeyamroiye.ism/manifest

K24-Stenbol

Di lûtkeya mirovî ya cihanî de ku cara yekem ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve li Stenbolê hat kirin ji bo penaberan daxwaza alîkariya hevpar hat kirin. Berpirsên saziyên civakî yên sivîl ragihandin eger sozên ku hatine dayîn neyên bicîhkirin dawî li kêşeyên penaberan jî wê neyê.

Ji 120 welatan nêzîkî 60 serokên hikûmetê li Stenbolê ji bo safîkirina kêşeyên penaberan  di lûtkeya mirovî ya cîhanê de li hev civiyan. Di lûtkeyê de ya ku, 2 roj berdewam kir hat ragihandin ku, sîstema heyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan têrî nake û daxwaza sîstemeke nû hat kirin.

Di lûtkeyê de amanca sereke veguhestina alîkariyên mirovî û peydekirina çareyên nû bo penaberan bû.

Derbarê vê mijarê Parêzgerê Duhokê Ferhat Etruşî wiha got:"Bêguman beşeke herî girîng ji penaberan li Sûriyê û Iraqê ne. Çunkî DAIŞ her du welatan dagir kirine û xelk perîşan kirine. Me hewl da li vêderê peyamên xwe bigihînin berpirsan. Lê bi rastî rêxistineke baş nebû. Ji şandeya Iraqê tu karîgeriyeke nebû."

Hinek serkirdeyên siyasî ji niha ve bo penaberan alîkariyên xwe eşkere kirin. Rayedarên Norveçê ragihandin ku ji bo piştevaniya mirovî bo perwerdehiyê para xwe ya ji %2 wek ji %8 diyar kir.

Derbarê vê mijarê Seroka Organîzasyona Diyasporaya Sîerra a Londonê

Elîzabeth Conteh wiha axifî:"Di demên wiha de gelek serokên dewletê wiha tu carî nayên cem hev. Di civînê de sozên ku tên dayîn bila li ser kaxizan nemîne divê xebat werin kirin. Li ser lûtkeyê pir hêviya min tuneye. Ev mesele bi gotinan nayê safîkikrin divê rayedarên hatine vêderê kar bikin."

Ji aliyê xwe ve Berpirsa Organîzasyona My Staf a Stenbolê Iye Naomi Kargbo wiha axifî:"Rêberên cihanê ji bo civîneke wiha hatine Stenbolê ev gelek baş e. Divê sozên bo mirovahî tên dayîn demildest pêk bînin. Eger sozên alîkariyê neyê cîbicîkirin tu kar nabe. Em dev ji gotinên beredayî berdin em zêdetir kar bikin. Bila her dewlet erka xwe bi cih bîne."

Beramaberî berdewamiya şer û pevçûnan, diyar e hejmar û kêşeyên penaberan jî dê zêdetir bibe. Loma yekane daxwaza beşdaran bidawîbûna şer e.