Amerîka naxwaze Rûsya beşdariyê di rizgarkirina Reqayê de bike

Duh, operasyona bakurê Reqayê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevê Wezareta Amerîkayê Marik Toner ragehand ku, welatê wî naxwaze Rûsya beşdariya di operasyona bajarê Reqayê de bike.

Berî niha Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov ragehand ku, welatê wî amade hemahingiyê li Kurdan û Hevpeyamaniya Navdewletî di operayonê rizgarkirina Reqayê de bike.     

Derbarê vê mijarê Berdevê Wezareta Amerîkayê Marik Toner di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku, welatê wî naxwaze Rûsya beşdariya di operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê de bike.

Toner di daxuyaniya xwe de da zanîn ku, baweriya wan bi Hêza Sûriyê ya Demokratîk heye ku, bi piştevaniya Hevpeyamaniya Navdewletî bajarê Reqayê ji DAIŞê baqijbike.

Herwiha Berdevkê Wezareta Amerîkayê diyar kir ku, welatê wî tenê dixwazin Rûsya agirbesta li Sûriyê biparêze, lê naxwazin ew beşdariyê di proseya rizgarkirina Reqayê de bike.

Duh, operasyona bakurê Reqayê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî dest pê kir.