Osê: “PYDê ti gerantiyên siyasî ji Amerîkayê nestandiye”

Nivîskarekî Kurd derbarê beşdariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di operesyona rizgarkirina Reqayê de dibêje: “Heta niha PYDê ti gerantî ji Amerîkayê derbarê rola Kurd di pêşeroja Sûriyê de nestandiye.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarekî Kurd derbarê beşdariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di operesyona rizgarkirina Reqayê de dibêje: “Heta niha PYDê ti gerantî ji Amerîkayê derbarê rola Kurd di pêşeroja Sûriyê de nestandiye.”  

Nivîskarê Kurd Hoşeng Osê derbarê beşdarbûna YPGê di nava refên HSDê di operesyona bakurê Reqayê de û destkeftên siyasî yên Kurdî di wê beşdariyê de ragihand, Heta niha ne berpisên YPG û ne yên PYDê ji raya giştî re tiştekî zelal nedane xuyankirin. Ev beşdariya YPGê di operesyona bakurê Reqayê de, bingeha ku YPGê li ser hatiya avakirin bixwe binpê dike. Pêwendiyên PYD bi Amerîka re hîn negihêştiye asta siyasî, ku Amerîka heta niha nehêştiye PYD beşdarî danûstandinên Cenêvê bibe.”

Herwiha Osê got jî: “Tiştekî zelal nehatiye ragihandin, lê tiştê heye di warê şîrovekirinê de ye, ku YPG Reqayê Kontrol bike, piştre bi herêma di navbera Efrîn û Kobanê bê guhartin, da ku herêmên Kurdî hemû bigihêjin hev.”

Hesrokê PYDê Salih Mislim gotibû , piştî kontrolkirina Reqayê dê rêveberiyeke hevbeş di navbera Kurd û Ereban de bê avakirin. Osê di wê derbarê de pirs kir û got: “Ma heta niha Rêveberiya Xweser li herêmên Kurdî serkeftî bûye?, heta li Reqayê jî serkeftî bibe. Heta niha PYDê ti gerantî ji Amerîkayê derbarê rola Kurd di pêşeroja Sûriyê de nestandiye.”

Derbarê piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji HSDê re, Osê got: “Armancên Hevpeymaniya Navdewletî yê taybet hene, ku HSD û YPGê wek alav ji xwe bikar tîne. Heger gerantiyê siyasî nebin, Amerîka dê destê xwe ji wan berde.”

Duh, Hêza Sûriyeya Demokratîk(HSD) operasyona rizgarkirina bakurê Rewaqê bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû.