11 navçeyên Dêrsimê bûne herêmên serbazî
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Dêrsimê 11 dever wekî herêmên ewle hatin ragihandin.
Parêzgeha Dêrsimê li 11 deverên navenda bajêr, navçeya Ovacik û Nazimiyê bi hinceta operasyonan heta 15 rojan wekî herêmên taybet yên ewlekariyê ragihand û diyar kir ku, çûyîna herêmên ewle qedexe ye.
Herwiha hişyarî da welatiyan ku, li ser rêya Dêrsim û Erzînganê jî ranewestin û seyranê nekin.
Berî niha jî li çend deverên din li Bakurê Kurdistanê herêmê serbazî hatin ragehandin.