Xelîlzad: Ne rêkkevtin a alîyan renge cûdabûnê bi dûv xwe re bihîne.

Dîpolmatkarek ê Emerîkayî aşkera dike ku nerêkevtin a alî yên Îraqî li ser dabeşkirin a desthilatê, renge cûdabûnê bi dûv xwe re bihîne.

K24- Hewlêr

Dîpolmatkarek ê Emerîkayî aşkera dike ku nerêkevtin a alî yên Îraqî li ser dabeşkirin a desthilatê, renge cûdabûnê bi dûv xwe re bihîne.

Zalmay Xelîlzad, balyûz ê berê yê Emerîkayê li Îraqê, di hevpeyvînek a rojnamevanî de li gel rojname ya Şerqulewset ragehand: Guhertin a sinûran Di rojhilat a Navîn de vedariştin a wan sinûran rojev a deverê ye bi taybet Îraq û Surya.

Her di wê hevpeyvînê de, Xelîlzad, amaje kirîye bi hewl ên Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, li bare ya piroje ya serxwebûn a Başûr a Kurdistanê û ragehandîye: Barzanî di peyam a xwe de bwar hêlaye bo cûdabûn a aştîyane ji Îraqê.

Ew dîplomatkar weha dibîne ku li Îraq û suryayê eger netewe û tayîfe  negehin rêkkevtinekê li ser pirs a desthilatê, renge cûdabûn şûn a jîyan a bi hevre vegire.