Xerîb Hiso:Bajarê Reqayê dê bibe beşek ji sîstema fedraliya Rojava

Di 24ê vê mehê de, HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi proseya rizgarkirina Bakurê Reqayê kir û heta niha berdeam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso ragehand ku, piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)ve, ew bajar dê tevlî sêstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê bibe.

Derbarê vê mijarê Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso ji K24ê re wiha got: Niha li Bakurê Reqayê proseya rizgarkirina dest pêkirye, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) berxwedanekî mezin dikin, ew di pêşveçûnên xwe de jî berdewam in, heta wî bajarî bi temamî ji DAIŞê paqij bikin.

Hiso da zanîn ku, piştî rizgarkirina bajarê Reqayê, ew bajar wê tevlî sîstema fedraliya Rojava û Bakurê Sûriyê bibin yaku, Rêveberiya Xweser di Adara borî de ragehandî, eve yekî HSD jî tekezî li ser kirine.

Nûnrê PYDê li Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji proseya rizgarkirina Reqayê û tevlîbûna wê ku, bibe beşek ji Herêma Rojava û Bakurê Sûriyê nîşan da.

Di 24ê vê mehê de, HSD bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî dest bi proseya rizgarkirina Bakurê Reqayê kir û heta niha berdeam e.