Nwêner ê Sine: Hinek berpirs weberhîneran ditirsînin daku kar li Kurdistanê nekin.

Nwênerê Sine di perleman a komar a Îslamî ya Îranê de ragehand ku hinek dest li pişt perdeyan xelkê ditirsînin daku bizav ên abûrî li Kurdistanê encam nedin.

K24- Hewlêr

Nwênerê Sine di perleman a Komar a Îslamî ya Îranê de ragehand ku hinek dest li pişt perdeyan xelkê ditirsînin daku bizav ên abûrî li Kurdistanê encam nedin.

Nwêner ê Sine, Dîwander û kamyaran di perleman a Kurdistan a Îranê de ragehand: kesanek hene li pişt perdeyê xelk ê ditirsênin ji rewş a Kurdistanê bo weberhînanê li Kurdistanê.

Ehsen Elewî, di kombûnekê de li gel nwêner ên jûr a bazirganî ya Sine, got: Dem a ev parêzgar li Sine dest bikar bûy, bal a hinek weberhêneran rakêşa, lê bi eger a kirdar ên necwan û nehejî yê berpirsan, ew weber hêner peşîman vebûn.

Ehsen Elewî, bo pêşkevtin a abûrî ya deverê, Turkîya bi nimûne vehîna û got: Turkîya ku hevsû yê me ye dîwar bi dîwar, xwe têkelî arîşe yên Rojhilat a Navîn nekirin û li gel welat ên pêşkevtî têkel bûn û niha Turkîya b xwe wek cemserek a abûrîye.

Li gor nûçe ya Faris Niyûz, Mecîd Şah Weysî, endam ê jûr a bazirganî ya parêzgeh a Sine li Rojhilat a Kurdistanê,  li gel endam ên parêzgeh a Sine di peleman a Komar a Îslamî ya Îranê de, got: Em berdewam dibêjîn weberhêneran bihênin Kurdistanê, lê nebûn a nexşerê ya geştyarîyê li parêzgehê û nebûn a jêrxan a abûrî û pakêc a weberhînan û bi hebûn a astengan, weberhêner razî nabin sermayeyên xwe bo parêzgeh a Sine bihînin.