Kurdên Rojava piştgîriya referandûma Kurdistanê dikin
K24 – Kampa Kewrgoskê
Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên Başûrê Kurdistanê dimînin dibêjin, ew ne penaber in, ew zarokên Kurdistanê ne û piştevaniya Serxwebûna welatê xwe dikin.
Li kempa Kewrgoskê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê ve, ji bo piştgiriya biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û referandûma serbixwebûnê, kurdên Rojava bi amadebûna hejmarek ji Pêşmergeyên Rojavayê kurdistanê û nûnertiya ENKSê, herwiha hin kesayetên siyasî yên Başûrê Kurdistanê çalakiyek bi ala Kurdistanê lidar xistin.
Çalakî bi alîkariya rêxstina Rewşenbîrî yê naskirî Darbirû çû serî û rêveberê wê rêxstinê jî dibêje, ji bo karekî rewşenbîrî û netewî ew çalakiyên bi rengekî her dem encam didin.
Li gor kesên di vê çalakiyê de beşdar bûne, dibêjn pêşmerge piştgirya me û serxwebûna Kurdistanê dikin, ew jî dixwezin bi riya pênûs û ramaniyên xwe piştevan bin.