Tirkiye ji vekirina nûnertiyên PYD li paytextên Ewropayê nîgeran e

Desteya Ewlekariya Netewiya Tirkiyê da xuyakirin, vekirina nûnertiyên PYD li hin paytextên Ewropayê hêz dide neyarên Tirkiyê û helwestên wiha ne dostanî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Ewlekariya Netewiya Tirkiyê da xuyakirin, vekirina nûnertiyên PYD li hin paytextên Ewropayê hêz dide neyarên Tirkiyê û helwestên wiha ne dostanî ne.

Desteya Ewlekariya Tirkiyê di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, bi beşdarbûna Serokwezîr û Sererkan, Serokê MIT'ê  civiya.

Di daxuyaniya piştî civînê de hat ragehandin, di civîna 5 saet û nîvan de parastina sînoran û bi taybet mijara tundî û terorê hatiye gotûbêjkirin.

her wiha têkoşîna dijî terorê berdewam dike û ew rêxistinên terorê wek nûnerên gelê herêmê qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de PYD û YPG wek baskên PKK'ê yên Sûriyê tên binavkirin û vekirina nûnertiyên PYD yên li Prag, Stokholm, Berlîn û Parîs'ê tê rexnekirin û tê destnîşan kirin ku, helwestên wiha ne yên dostanî û hevalbendiyê ne û tê xwestin ev biryar bên guhertin.