HSD 14 gundan li bakurê Reqayê kontrol dike

Di çarçoveya oprasiyona rizgarkirina bakurê Reqayê de, Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) karîn 14 gundan kontrol bikin, ev oprasiyon ji sê aliyan ve dest pê kir, mihwerê gundê Nemrûdiyê û gundê fatsa, herwiha başûrî bajarê Eyn Îsayê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/dc1655b9-5c90-499b-a993-04b7316015a5/ser-reqa-rojava.ism/manifest

K24 – Bakurê Reqayê

Di çarçoveya oprasiyona rizgarkirina bakurê Reqayê de, Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) karîn 14 gundan kontrol bikin, ev oprasiyon ji sê aliyan ve dest pê kir, mihwerê gundê Nemrûdiyê û gundê fatsa, herwiha başûrî bajarê Eyn Îsayê.

Ji aliyekî din ve, HSD binyaz e ku bajarokê Telsimin yê stratîjîk yê ku bargeheke sereke ji DAIŞê re ye kontrol bikin. Şervanên biyanî jî bi awayekî aşkere cihê xwe di vê oprasiyonê de digrin û hevrêziyê ligel firokeyên hevpeymaniyê re dikin, da ku bargehên DAIŞê topbaran bikin.

Di plana destpêkê de ji vê operasiyonê, berê oprasiyonê ta niha nehatiye destnîşan kirin, lê HSD ne bi niyaz e ku berê xwe bide bajarê Reqayê. Ew ji aliyê bakurê Reqayê ve xêzeke berevaniyê çê dike, da ku pêşketina çekdarên DAIŞê rawestînin, heye berê oprasiyonê bi aliyê bajarê Minbicê ve diçe.