"Kesên bi rakirina parêzbendiyan re bûn wê rastî karesateke siyasî bibin"

Li parlementoya Tirkiyê bi dengê 376 parlamenteran guhertina destûrî hate pesendkirin û parêzbendiya 148 parlamenteran hate rakirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş dibêje ew kesên dixwazin parêzbendiya wan rakin dê bi karesateke siyasî re rû bi rû bimînin.

Derbarê rakirina parêzbendiyan Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Selahattîn Demîrtaş di kongireya partiya xwe ya Şaxa Bilîsê de axifî û diyar kir ku, ew li hemberî bi ferasetek wisa re têdikoşin dixwaze partiya wan bigre.

Demîrtaş da zanîn ku,  partiya wan di otelên 5 stêrkan de nehatiye damezirandin. Rakirina parêzbendiyan ne ji bo HDPyê dê ji bo aliyên piştgirê rakirina parêzbendiyan in bi karesateke siyasî.

Li parlementoya Tirkiyê bi dengê 376 parlamenteran guhertina destûrî hate pesendkirin û parêzbendiya 148 parlamenteran hate rakirin.