Li Bakur du partiyên Kurdistanî bûne yek

Ji niha ve rayedar û nûnerên herdu partiyan dest bi amadekariyên beşdarbûna hilbijartinên pêşerojê kirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/189cd612-4d68-477f-be47-7dde86288d17/DuPartiyenKurdistaniYenLiBakurBunYek.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê bi civîneke berfireh Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) û Partiya Demokrasî ya Beşdar (KADEP) hevkariya xwe ragihandin.

Rayedarên her du partiyan amaje bi wê yekê kirin ku ew dixwazin bibin alternatîfeke demokratîk yê siyaseta li Bakur. Li gorî ragihandina nûnerên partiyên navborî, dê hazirî ji bo hilbijartinan ewil yên pêşerojê jî werin kirin.

Ji bo ku, partiyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên nêzîkî PDK'ê ne hêzên xwe bikin yek derdora 8 meh an, li Hewlêr, Diyarbekir û Enqereyê hevdîtin hatin kirin. Di dawiya hevdîtinan de PDK-T û KADEP'ê ku xwe weke du birayan jî didan nasîn biryara yekitiyê dan. Serokê Giştî yê KADEP'ê û nûnerên partiyê di din banê PDK-Tê de li Diyarbekirê bi merasîmekê gihan hev. Merasîmê, li hola oteleke Diyarbekirê bi rêzgirtin û xwendina sîrûda netewî destpê kir. Ji Başûr, Bakur û Tirkiyê gelek kesayetên naskirî beşdarî merasîmê bûn.

Serokê Giştî yê PKD-T Mihemed Emîn Emîn Kardaş, di civînê de ragihand ku ew dixwazin  siyaseta PKD-Tê aktîf bikin û weke hêzeke ya Kurdistanî li ser mêzeyê çareseriya meseleya Kurdî cih bigrin. Berdevkê PDK-T'ê Rojhat Amedî jî behsa serpêhatiya PDK'ê kir û got: "Palîtîqaya xelet ya PKK polîtîqaya şer ya dewleta Tirkiyê meşrû nake."

Mêvan û siyasetmedaran kêfxweşiya xwe ji yekitiya her du hêzên siyasî anîn ziman. Kurê damezrînerê Komara Kurd ya Mehabadê Qazî Mihemed, Elî Qazî, ragihand ku ji bo serxwebûn û azadiya Kurdistanê yek rê heye û ew jî rêya tifaka Kurdan e.

Di civînê de hate ragihandin ku êdî ji bo siyaseta Kurdî jî alternatîfeke demokratîk heye û ji bo partî û rêxistinên dî jî banga yekitiyê dubare hate kirin. Sekreterê Giştî yê rêxistina Tevgerê Serhed Mêrdînî jî got; pirsa Kurdî pirsa axê ye û heta ku Kurd Kurdistanê ava nekin pirsa Kurdî jî çareser nabe.

 Ji aliyekê ve jî behsa şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê hate kirin û ji dewlet û PKK'ê hate xwestin ku dev ji rêyên çekdarî berdin. Ji Înîsîyatifa PKD-T'ê ya navçeya Siwêrek ya Rihayê Nadîr Yektaş jî got; ji ber şer û pevçûnan hêviya xelkê ji dewlet û PKK'ê nema ye û ew dê bi siyaseteke demokratîk bibin hêviya xelkê.

Li gorî daxwiyaniyên rêvebirên her du partiyên navborî, ew dixwazin di siyaseta Kurdî de rûpeleke nû vekin û bibin aktoreke bihêz yê çareserkirina pirsa Kurdî. Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî, Ehmed Kanî jî di civînê de peyamên aştiyê dan û got; ew dixwazin hemû hêzên nêzîkî hev di bin banekê de bigihin hev.

Di civîna PDK-T'ê û KADEP'ê de hate gotin ku, PKK û Îmralî perçeyeke girîng yê meseleya Kurdî ne lêbelê ew tenê li ser navê Kurdan ne muxatab in. Her wiha  ji dewleta Tirkiyê jî hate xwestin ku pirsa Kurdî li gorî pîvanên navdewletî çareser bike. Di rewşeke ku li Bakur şer û alozî heyîn de Yekîtiya herdu partiyan dê dengvedaneke çawa bide hê jî nediyar e lêbelê hê ji niha ve rayedar û nûnerên herdu partiyan dest bi amadekariyên beşdarbûyina hilbijartinên pêşerojê kirin.