Gelo endamtiya Tirkiyê ya bo YE û rakirina vîzeyan dibe xeyal?

Biryara Yekîtiya Ewropayê ku peymana rakirina vîzeyan asê dike, di siyaseta Tirkiyê de deng veda. Siyasetmedaran egera endamtiyaTirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropa û rakirina vîzeyan dûr dibîne û dibêjin ev yek ji boTirkiyê nebû tiştekî sûrprîz.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryara Yekîtiya Ewropayê ku peymana rakirina vîzeyan asê dike, di siyaseta Tirkiyê de deng veda. Siyasetmedaran egera endamtiyaTirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropa û rakirina vîzeyan dûr dibîne û dibêjin ev yek ji boTirkiyê nebû tiştekî sûrprîz.

Rojeva Siyaseta Tirkiyê, daxuyaniyên tund yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên lihemberî Yêkitiya Ewropayê û bersivên li beramberî van daxuyaniyan bû.

Li aliyê din, biryara Yekîtiya Ewropayê ya ji bo gotûbêjkirinên li ser asêkirina peymana serbestkirina vîzeyan jî wekî qûtbûna têkîliyên bi Yekîtiyê hate şîrovekirin.

Siyasetmedar li hemberî wê yekê ne, ku ev pêşveçûnên neyînîyên bi Yekîtiya Ewropayê re, wekî têkçûna dîplomatîk ya Davutoglu were nîşandan.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen diyar kir ku hemû daxwazên Yekîtiya Ewropayê yên di nav bera salên 2013 û 2015an ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hatiye cîbicîkirin. Bilgen da zanînku ev encam ne tiştekî sûrprîz bû û têkîliyên di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de jî wekî têkîliyên qirêj nirxand ku li hemberî exlaqê mafên mirovan e.

Bilgen got: "Yanî ez çi bixwazin ezê bikim û digel wê hûn mecbûr in ku min bikin endam di Yekîtiya Ewropayê de û mafê serbestkirina vîzeyê bidin min. Peywendiyeke wiha, hiqûqeke wiha nîn e. Heger Tirkiye bixwaze bibe endam di Yekîtiya Ewropayê de, hewceye daxwazên civakî liber çavan bigirin."

Siyasetmedaran diyar kirin ku êdî rakirina vîzeyan û endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropa tiştekî gelekî dijwar e. 

Herwiha, guhertina Serokwezîr, kongreya MHPê, rakirina parêzbendiyan wekî parçeyekî vê pêşveçûnê hate nirxandin. Parlamentera CHPê Şenal Sarihan destnîşan kir ku li pêşiya Tirkiyê hindek astengiyên din jî hene ku Tirkiye di Yekîtiya Ewropa de bibe endam.

Sarihan got: "Li welêt, demokrasî di şertên wekhev de, nehatiye bicihkirin. Em di heyameke wisa de ne, ku di serî de mafê jiyanê û azadiya fikrê, hemû mafên rewa û azadî têne binpêkirin"

Hat ragihandin ku pêşniyaza asêkirinê ya di rojeva Yekîtiya Ewropayê de ye, dê komisyona Yekîtiya Ewropayê karîger bike û Tirkiyê bixe rewşeke dijwar. Di pêşniyazê de, Yekîtiya Ewropa bi awayekî mayînde serbestkirina vîzeyan nade û kengî bixwaze dikere peymanê asê bike an jî bide sekinandin.