Kalkan: Di Gulanê de Erdogan dê bihata rûxandin

Endamê Rêvebiriya Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê dibêje, di meha Gulanê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê bihata rûxandin. Lêbelê Erdogan bergiriyên xwe stand û ev yek pêk nehat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Rêvebiriya Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê dibêje, di meha Gulanê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dê bihata rûxandin. Lêbelê Erdogan bergiriyên xwe stand û ev yek pêk nehat.

Endamê Rêvebiriyê Partiya Karkerên Kurdistanê PKKyê Duran Kalkan ji televîzyoneka nêzikê PKKê re ragihand, ku li gor zanyariyên wan dê Erdogan bihata xistin. Vê yekê dê kî pêk bianiya dê çawa bikira nizanin. Gotin û hêviyên wiha hebûn. Lêbelê Erdogan pêderxist ku dê wî têk bibin. Lewma hikûmeta Davutoglu rûxand û parêzbendiyan rakir û parlemento û hikûmetê xist bin kontirola xwe.

Kalkan herwiha derbarê Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de jî got ew sîxurê dewletê ye û di dengdayîna rakirina parêzbendiyan de piştgiriya Erdogan kiriye. Vî karî jî Serekaniya Tirkiyê daye wî. Ew jî li gor fermana Serekanî û Serokomar Erdogan tevgeriya ye.