Şelal Gedo: Şanda opozîsyonê bi vekşandina Elûş dê ektîv bibe

Duh, mezintirîn danûstankarê Desteya Bilind a şanda Opozîsyona Sûriyê Mihmed Elûş vekşandina xwe ji şanda danûstandinan ragehand.

K24-Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di Itîlafa Opozîsyona Sûriyê de, Şelal Gedo derbarê vekşandina mezintirîn danûstankarê Desteya Bilind a şanda Opozîsyona Sûriyê Mihmed Eloş ji şanda danûstandinê ragehand ku, dibe ku, sedema vekşandina wî, fişara Rûsyayê li ser Amerîkayê be.

Derbarê vekşandina Mihmed Eloş ji şanda danûstandinan Cenêvê Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Şelal Gedo ji K24ê re wiha got: "Di nerîna min de vekşandina Mihmed Elûş, dê şanda opozîsyonê bihtir aktîv bibe, herwiha bihtir dê karbike."

Gedo da zanîn ku, dibe ku, sedemên vekşandina wî ji şandê fişara Rûsya li ser Amerîkayê be, aşkere kir ku, eger Ased El-Zûbî jî xwe ji şandê vekşîne wê baştir bibe, herwiha aktîvtir bibe.

Duh, mezintirîn danûstankarê Desteya Bilind a şanda Opozîsyona Sûriyê Mihmed Elûş vekşandina xwe ji şanda danûstandinan ragehand.