Barzanî bi Serokê Itîlfa Sûriyê re civiya

Duh, Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebdê ligel şandekî giheştibû Herêma Kurdistanê.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e3c429df-f510-4fd1-a57a-ad196159e60e/civinaBarzaniuItilafe.ism/manifest

K24-Hewlêr

Şandeke opozîsyona Sûriyê, bi serokatiya Enes Ebdê li gel serokê Herêma Kurdistanê civiya.

Îro, li Selahedîn serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şanda opozîsyona Sûriyê, bi serokatiya Enes Ebdê civiya, di civînê de Serokê opzîsyonê sipasiya Serokê Herêma Kurdistanê li ser vehewandina penaberên Sûriyê û alîkariya wan kir, herwiha piştgiriya wî ji gelê Sûriyê re. Ebdê tekezî li ser rola Herêmê di çareserkirina kirîza Sûriyê de jî kir.

Ji aliyeke din ve rola Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û pêwendiyên di navbera Itîlafa opozîsyonê û Herêma Kurdistanê de hat nirxandin.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê behsa kirîza Sûriyê kir, dilgiraniya derbarê rewşa mirovî ya xirab nîşan de.Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku, şerê li Sûriyê bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê jî kirye.

Duh, Serokê Itîlafa Opozîsyona Sûriyê Enes Ebdê ligel şandekî giheştibû Herêma Kurdistanê.