HSD 16e gundên Minbicê rizgar kirin

Duh, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi beşdariya şêwermendên Amerîkî û piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê bi beşdariya şêwermendên Amerîkayê û alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 16e gundinên derdora wî bajarokî rizgarkirin.

Derbarê rizgarkirina wan 16e gundan ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ve, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Niha Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) tenê bi 15e kîlometreyan dûrî bajarokê Minbicê bûye, şer û pevçûn di navbera wan û çekdarên DAIŞê de, berdewam in."

Rewangehê da zanîn ku, heta niha Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi alîkariya şêwermendên Amerîkayê kariye 16e gundan ji çekdarên DAIŞê rizgarbike.

Herwiha di  encama êrîşên esmanî de jî yên firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li ser bajarokê Minbicê 15e welatiyên sivîl hatin kuştin.

Duh, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) bi beşdariya şêwermendên Amerîkî û piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê dest pê kir.