Amedekariyên Remezanê dest pê kirin

Roja pêşî ya rojiyê di 6ê Hezîranê de ye. Ji ber ku, li bakurê welêt havîn gelekî germ e, pispor welatiyan hişyar dikin û dibêjin bi taybetî kesên nexweşî li dora wan hebe û bi emrê mezin in, bila rojiyê negirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/28bc9a25-2844-4680-b305-915391ae7678/RemezanSiwerek.ism/manifest

K24-Riha

Ji Meha Remezanê re çend roj man, li her derê welêt ji niha ve amadekariyên Remezanê dest pê kirin. Li Sêwreka Rihayê jî welatî û esnafan dest bi amadekariyên xwe kirin.

Meha Remezanê piştî hefteyekê dest pê dike. Herwiha li bazaran jî liv û lebatan dest pê kir.

Di meha Remezanê de, tiştên herî zêde têne firotin yên mîna xurme, mewîj û mişmişên hişk li ser tabloyan cihê xwe girtin. Lê belê esnafên bajêr ji ber bûhabûn û şer û pevçûnan aciz in ku bandorê li sêr karê wan jî dike.

Derbarê vê yekê xwediyê dukanekî Îzzettîn Çay wiha got:"Qeysî îsal pir bûha ye. Kîlo 15 lîreyî ye. Mewîj bi 10 lîreyan e, dims bi 10 lîre, hingiv jî bi 15-20 lîreyan e. Me jî têra ku rojiyê bê firotin, anîn."

Habeş Akgul wiha axifî:"Hêviya me ew e ku înşellah Xwedê Teala vî şerî bi dawî bike. Xwedê avekê li vî agirê şer yê li Diyarbekir û Mêrdîn bike û rojî bibe wesîle ku rojên nexweş bi dawî bibe."

Her çiqas welatî ji bûhabûnê bi gilî û gazinc bin jî dîsa xwe ji danûstendinê nagirin û amadekariyên xwe dikin.

Welatiyekê jî wiha got:"Min jî dims stend. Di meha remezanê de dims xweş e. Ez ji bo we jî pêşniyaz dikim.  İnşellah Xwedê Teala me bihêle wê rojê."

Roja pêşî ya rojiyê di 6ê Hezîranê de ye. Ji ber ku, li bakurê welêt havîn gelekî germ e, pispor welatiyan hişyar dikin û dibêjin bi taybetî kesên nexweşî li dora wan hebe û bi emrê mezin in, bila rojiyê negirin.