Serokê Îtîlafê serdana kampa Qoştepe ya penaberan dike

Serokê Hevpeymana Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê (Îtîlaf) Enes el-Ebde digel şanda pê re ji bo cara yekem seredana penaberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ab146847-a9a9-482c-9568-74f69e5ca0cd/sahnda%20opozsyon%20kempia%20qoshtepe.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Serokê Hevpeymana Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê (Îtîlaf) Enes el-Ebde digel şanda pê re ji bo cara yekem seredana penaberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê kir.

Li kempa Quştepe şanda oposizyonê digel Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) herwiha rêveberê kempa Qoştepe ya ser bi hewlêrê ve,  civînek digel xelkên kempê lidar xisitn.

Li ber deriya civîna şanda opozisyonê jî hejmarek penaber ji ber nebûna pêdiviyên jiyanê û alîkariyan ji dezgehên xêrxwazî û ji Îtîlafê, kom bûn. El-Ebde, derbarê dabînkirina alîkarî bo penaberên Kurdistanê ji K24ê re axivî û got: “Me beriya niha ligel Yekîtiya Ewropayê û welatên ev yek behs kir, herwiha me ligel Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî jî behs kir. Dê navbera me û Herêma Kurdistanê komîteyek bo alîkarkirina penaberan çê bibe.”

Piştî gelek danûstandin û bendên siyasî li ser Kurdan û Îtîlafê, penaberan ji aliyê xwe daxwezên xwe xwestin ji bilî daxwezên siyasî, penaberan girnigî dan wê yekê, ku heya niha Îtîlafê rasterast alîkariya wan nekirî ye.

El-Ebdê tekezî li ser wê yekê kir, ENKS beşeke sereke ye di Îtîlafa Sûriyê de û ew nûnertiya Kurdên Rojava dike.