Karayilan: Gelê me tenê daxwaza Xweseriya Demokratîk kiriye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan dibêje, li Sûriyê, tevî ku her du alî li hemberî hev bi çekên giran şer dikin jî, bajar mîna Nisêbîn û Geverê xera nebûne.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan dibêje, li Sûriyê, tevî ku her du alî li hemberî hev bi çekên giran şer dikin jî, bajar mîna Nisêbîn û Geverê xera nebûne.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di hevdîtinekê ligel “Radyoya Dengê Kurdistanê” ragihand û got: “Erdogan çareseriyê red dike û dixwaze bi zorê hemû nirxên gelê Kurd ji holê rake, wê çaxê alternatîfa duyemîn dimîne; Bi Şerê Gel ê Şoreşger re avakirina Kurdistana Serbixwe. Divê em Konfederalîzma Demokratîk, wek çareserî hilbijêrin,  Konfederalîzma Demokratîk, şêweyeke ji çareseriya azad û wekhev a gelan e.

Karayilan da xuyakirin, ku di sala 13'an a Pêngava 1'ê Hezîranê de li dijî êrîşên Tirkiyê, li Kurdistanê şer û berxwedan bi xurtî dewam dike û ragihand, ev şer ne tenê li çiyayên Kurdistanê, li deşt û bajaran jî diqewime. Karayilan bal kişand ser rewşa bajarê Bakurê Kurdistanê û got: “Li Sûriyeyê ti bajar bi vî rengî xera nebûye. Li wê derê, tevî ku her du alî li hemberî hev bi çekên giran şer dikin jî, bajar mîna Nisêbîn û Geverê xera nebûne.”

 Herwiha Karayilan diyar kir, ku gel bi tenê daxwaza Xweseriya Demokratîk kiriye, Xweseriya Demokratîk di roja îro de formuleke çareseriyê ye, ku çand, gel, û neteweyên cuda di nav de bi hev re dijîn. Mafê her çanda cuda heye, bi rengekî xweser bijî. Ev mafekî gerdûnî ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser bûyera teqînê ya vê dawiyê li Silopiyayê qewimî jî got, "Heta niha ji aliyê rêxistinî ve ti agahî negihaştine ber destê me. Em bi rêya çapemeniyê pê hesiyan, ku li Silopiyayê hewl hatiye dayîn li dijî hêzên Tirk ên dagirker çalakiyek bê lidarxistin, di vê kêliyê de 4 mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane. Eger tiştên di van nûçeyan de tên gotin rast bin, ev yek sûc e. Ji ber ku li gorî perspektîfa me, di çalakiyan de divê bi ti awayî zerar li sivîlan nebe.

Karayilan da xuyakirin, ku dewleta Tirkiyê gelekî tengav bûye û got, "Eger îro Erdogan ji bo hilweşandina Nisêbîn, Gever, Cizîr, Sûr û Şirnexê fermanê dide, ev yek ne ji ber bi hêzbûna wan, ji ber qelsiya wan e. Ew êdî qels û lawaz in.”