Parêzbendî hat rakirin CHP û HDP jî hev sucdar dikin

Hevserokê Giştî yê HDPê îdia kir, ku di dengdana rakirina parêzbendiyan de CHPê ji Serfermandariya Artêşa Tirkiyê ferman girtiye. Ev îdia di parlamentoyê de yek ji mijarên sereke ya cihê nîqaşê bû. HDP li pişt vê îdiaya xwe rawestiya, CHPê jî HDP sucdar kir û ew siyaseta paşgotiniyê dikin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d98ba500-20b0-44e6-bd0f-8a47955d6b74/Demirtas%20CHP%20Parezbendi.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Giştî yê HDPê îdia kir, ku di dengdana rakirina parêzbendiyan de CHPê ji Serfermandariya Artêşa Tirkiyê ferman girtiye. Ev îdia di parlamentoyê de yek ji mijarên sereke ya cihê nîqaşê bû. HDP li pişt vê îdiaya xwe rawestiya, CHPê jî HDP sucdar kir û ew siyaseta paşgotiniyê dikin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş, di rojnameyeke Tirkiyê de di hevpeyvîneke xwe de îdia kir, ku parlamenterekî CHPê jê re gotiye, beriya hilbijartina rakirina parêzbendiyan CHP çûye û ji Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tikiyê brîfîng wergirtiye. Vê yekê di nava siyaseta Tirkiyê de deng veda.

Cîgirê Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel li ser vê îdiayê ragihand, ku li hemberî CHPê bi destê Demirtaş operasyoneke îdraqê tê meşandin. Ozel da zanîn ku ev siyaseta paşgotiniyê li HDPê naçe û ew lê danayînin. Herwiha Ozel îdia kir ku bi van gotinan Demirtaş binê êgir gur dike û got: "Em vê îdiaya li ser CHPê bi tundî şermezar dikin. Ne bi artêşê re ne jî bi tû dam û dezgehên din ên dewletê re em ne şêwirîne û me mudaxeleyî biryara ku ji aliyê parlamenterên me ve hatiye dayîn nekiriye. Tû mafê wê partiya ku Tirkiye di nava siyaseta tenq û xendekande asê hiştiye nîn e ku ji CHPê re tiştekî bibêje."

Li Parlamentoya Tirkiyê HDP li pişta îdiaya xwe ya derbarê CHPê de rawestiya û got; CHPê bi fermana Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di derbarê parêzbendiyan de di asta herî bilind de denge "Erê" daye. Cîgirê Serokê Koma HDPê Îdrîs Baluken da zanîn ku wan ji roja pêşin ve ev îdia aniye rojevê, lê ji aliyê CHPê ve tû derawandin nehate kirin û got: "Bi ti awayî îzahata wê erêkirinê ku wek bêxlaqiya siyasî nirxandine nîn e. Di dengdanê de ne tenê 15-20 erê derketine. CHPê bi fermana serfermandariyê denge erê daye hem jî bi rêjeyeke bilind."

Bi boçûna wan siyasetmedarên di nava parlamentoya Tirkiyê de ev îdiaya ku derbarê CHPê de hatiye kirin ya li ser dengdana parêzbendiyan wê di rojên pê de jî ji rojeva Tirkiyê nekeve. Herwiha hate îdiakirin ku vê nîqaşa ku derbarê parêzbendiyan de rû daye di navbeyna HDP û CHPê de dê hîn kurtir bibe.