Fermandarekî Pêşmerge: K24 bi fîdekarî û berpirsyane kar dike

Derbarê romala K24ê ji operesyon û şerê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li dijî çekdarên DAIŞê, Fermanderekî Pêşmerge dinivîse: “Bila em ragihandinê ji bîr nekin û wan bibîr bînin, ku bi hesteke berpirsyane di demên şer û rewşên ewlehiyê yên taybet de, bi girîngî karên xwe encam didin û bi berpirsyane û hestiyarene danûstandinê ligel rewşê dikin.”

K24 – Hewlêr

Berpirsê Hewlgîriya Giştî ya Fermandeya Pêşmergeyên Zêravanî Lîwa Behcet Sêlkî, xweşhaliya xwe bo rola K24ê derbirî û nivîsiye, ku ew wek Pêşmergeyekî spasî û destxweşiya tîma K24ê dike, ku bi fîdekarî bi erkên xwe radibin, bi taybet jî di romalkirina operesyona Pêşmerge li Eniya Xazir roleke wê girîng û berçav hebûye.

Romala K24ê li Eniyên şer bûye cihê gengeşeyê, ku medyaya navdewletî bi awayekî balkêş behsa peyamnêr û tîma K24ê dikin, ku bi aza û çavnetirs di eniyên şer de binav dikin.