Zanîngeha Amerîkî li Dihokê: Panelek bo pirsa Mûsilê

Pirsa Mûsilê yak u di bin destê DAIŞê de ye, tewerê sereke ya panela Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê – Dihokê ye, ku bi hevkariya Peymangeha Karnîg bo lêkolînên Startîjî encam dide.

K24 – Dihok

Pirsa Mûsilê yak u di bin destê DAIŞê de ye, tewerê sereke ya panela Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê –  Dihokê ye, ku bi hevkariya Peymangeha Karnîg bo lêkolînên Startîjîk encam dide.

Di Panela Zanîngeha Amerîkî li Kurdistanê –  Dihokê de, ku K24ê bi şêweyekî zindî romal dike, hejmarek ji kesayetên siyasî û îdarî yên parêzgeha Nînewa, lêkolînvan û mamosteyên Zanîngehê tê de amade ne.

Di beşeke wî panelê de, Parêzgarê berê yê Nînewayê Esîl Nicêfî gotarek pêşkêş kir, tê de tekezî li ser wê yekê kir, ku roj li dûv rojê rewşa Mûsilê di bin destê DAIŞê de xirabtir dibe û nişteciyên wî bajarî di rewşeke xirabtir de dijîn.

Pirsa Mûsilê, yek ji pirsên germ yên rojeva herêm û cîhanê ye, bi taybetî di demekê de ku amadekarî bo rizgarkirina wî bajarî tê kirin, herwiha tê behskirin ku karînên DAIŞê li Mûsilê lawaz bûne.

Ji aliyekî din ve, di çarçoveya civînekê ligel berpirsên welatên rojava û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî tekezî li ser wê yekê dike, ku pêş rizgarkirina Mûsilê pêwîst e, nexşeya pêşeroja rêvebirina wî bajarî diyar bibe.