Xelîl: YPG û YPJê li pêş avakirina Şingalê dibin rêgir

Qaymeqamê Şengalê dibêje, ku hikûmeta Iraqê hêzên YPG û YPJê bikar tîne, da ku Şengal bajarekî kavilkirî bimîne
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/267f20fe-f580-496d-8250-f805ae69f6e1/shingal%20ypg.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Qaymeqamê Şengalê dibêje, ku hikûmeta Iraqê hêzên YPG û YPJê bikar tîne, da ku Şengal bajarekî kavilkirî bimîne

Qaymeqamê Şengalê Miheme Xelîl K24ê re ragihand, ku hikûmeta Iraqê hêzên YPG û YPJê bikar tîne, da ku Şengal bajarekî kavilkirî bimîne û dibêje ew qebûl nakin, ku ew hêzên ne yasayî destêwedanê di xaka wan de bikin û dem hatiye ku ji bajêr derkevin û ev daxwaza hemû Şingaliyan e.

Xelîl got jî: “Hikûmeta Bexda fitneyek çê kiriye, ku rê daye, YPG û YPJê, ku Şengal bajarekî kavilkirî û wêrankirî bimîne. Xelkê Şengelê jî ji van nakokiyan dilgiran e. Serdaneke me li Amerîkayê heye, emê dozê li vê yekê vekin û berevaniya xelkê xwe bikin.”

Xelîl got jî: “Gava YPGê û YPJê berevaniya me kiriye, em spasiya wan dikin, lê niha dem hatiye, divê jî ew li pêş avakirina Şingalê nebin rêgir. Xelkê Şingalê qebûl nake ku ev hêz destêwerdanê di xaka Şingalê de bikin.”