Li Minbicê heta niha HSD 28 gund rizgarkirine

Li gor zaniyariyên Rewangehê çekdarên DAIŞê hawlên xwe dike ku, wî bajarokî ji destên xwe nedin.

K24-Navenda Nûçeyan

Operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji aliyê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) û beşdariya Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî berdewam e, heta niha jî 28 gundên derodra bajarokê Minbicê rizgarkirine.

Derbarê wan pêşketinên nû yên HSD Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de wiha gotibû: "Şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û HSD li derdora bajarokê Minbicê berdewamin, HSD tenê bi 4 kîlometreyan ji wî bajarokî dûre û di pêşveçûnê de ye."

Rewangehê da zanîn ku, heta niha Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD)bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî 28 gund rizgarkirine.

Li gor zaniyariyên Rewangehê çekdarên DAIŞê hawlên xwe dike ku, wî bajarokî ji dest xwe nede.