Li Bruksilê konfiransek bo referandûm û serxwebûna Kurdistanê

Li paytexta Beljîkayê Bruksilê, konfiransa rewşenbîrên Kurd birêve diçe. Konfirans bo mijarên referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Li paytexta Beljîkayê Bruksilê, konfiransa rewşenbîrên Kurd birêve diçe. Konfirans bo mijarên referandûm û serxwebûna Kurdistanê ye.

Nivîskar Zeynel Abidîn derbarê vê konfiransê ji K24ê re axivî û got: “Gelek pirsgirêk li pêş Kurdan hene, lê ya herî girîng di vê demê de pirsa referendum û proseya serxwebûna Kurdistanê ye, ku Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî serpereştiya wê dike. Em jî dixwazin roniyeke bêhtir bi vê prose din, ji ber ku çarenivîsa çar perçeyên Kurdistanê girêdayî referendum û proseya serxwebûna Kurdistanê ye.”

Abidîn diyar kir jî, ku ti welat li dunyayê bê berxwedan biser neketiye, gelê Kurd jî gelek berxwedan kiriye, lê tenê berxwedana Kurd bê stratîjîk bûye, ji ber wê jî berxwedana Kurd tenê bûbû qurbanî dayîn. Başûrê Kurdistanê di dema xwe de qurbanî daye û şoreşeke mezin birê xistiye, lê ji ber ku ev çend sal in stratîjiyek dane pêşberî xwe, bipêş dikevin û bandoreke mezin li cîhanê kiriye.