Masûm: Encamdana referandûmê ne wateya cudabûna yekser e

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm radigihîne, pêwîst e cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, bi aştî be û encamdana referandûmê nayê wateya yekser serxwebûna Kurdistanê, kartek e bi destê Serokê Herêma Kurdistanê de ye û dikare bikar bîne.

K24 – Hewlêr

Serokomarê Iraqê Fûad Masûm di hevdîtinekê de ligel K24ê derbarê pirsa referandûmê ragihand, destpêkê pêwîst e ev pirs zelal be, ku encamdana referandûmê, ne wateya serxwebûn û cudabûna yekser e. li herêma kiybik “Quebec” ya Kanadayê û Scotlanda ya Brîtanyayê referandûm hate encamdan lê serxwebûna xwe ranegihandin.

Masûm got jî: “Derbarê pirsa cudabûnê, kes ligel wê yekê nîne, ku bi şer be û xwe tûşî şerekî din bikin. Pêwîst e bo wê pirsê amade bin, herwiha berî ragihandina serxwebûnê jî, di nava xwe de amade bin û nêrîna welatên bihêz û herêmê danin ber cavên xwe.”