HSD rêya di navere Minbic û Reqayê de kontirol kir

Di 1ê vê mehê de, HSD bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî proseya rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir û heta niha jî berdewam e.

K24-Navenda Nûçeyan

Di operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê Encûmena Leşkerî ya wî bajarokî, rêya stratîjîk a sereke di navbera Minbic û Reqayê de kontirol kirin.

Derbarê kontirolkirina wê rêya stratîjîk, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) duh, piştî rizgarkirina gundê Tel Umsirac ku, bi 10 k.m ji rojavyê cemê Ferat dûre rêya di navbera Mibic û Reqayê de jî hate rizgarkrin.

Rewangehê da zanîn ku, HSDê piştî rizgarkirina nêzîkî 30 gundan gelekî ji Minbicê nêzîkbûye.

Di 1ê vê mehê de, HSD bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî proseya rizgarkirina bajarokê Minbicê destpê kir û heta niha jî berdewam e.