Li Hezex û Cizîrê demên qedexeya derketina derva tên guhertin

Li Bakurê Kurdistanê navçeyên Hezex û Cizîrê demên qedexeya derketina derva hatin guhertin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê navçeyên Hezex û Cizîrê demên qedexeya derketina derva hatin guhertin.

Piştî bidawîbûna operasyonên li her du navçeyan ji şev 21:30an heta berbangê demjimêr 04:00an derketina derva qedexe bû. Lêbelê Qeymeqamiya Cizîrê bi daxuyaniyeka niviskî ragihand, ku li navçeya Cizîrê êdî şev demjimêr 23:00an heta 02:30an derketina derva qedexe ye.

Berî niha li navçeya Cizîr û Geverê navbera endamên YPSê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê bi mehan şer û pevçûn rû dan û derketinên derva hate qedexe kirin. Di encamê de ji her du aliyan sedan kes canê xwe ji dest dan.