Di rizgarkirina Minbicê de Bavê Leyla şehîd dibe

Di pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demukrat (HSD) û hêzên Civata Leşkerî ya Minbicê li gundên wê. Di encama ketina rokêtekî ji aliyê çekdarên DAIŞê de, fermanderê ketîbeya Şems el-Şemal û efser di HSDê de Fêsel Ebû Leyla şehîd bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9d8bbbcd-193c-4fde-967c-9a671e4d972c/Menbic.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêşveçûnên Hêzên Sûriyeya Demukrat (HSD) û hêzên Civata Leşkerî ya Minbicê li gundên wê. Di encama ketina rokêtekî ji aliyê çekdarên DAIŞê de, fermanderê ketîbeya Şems el-Şemal û efser di HSDê de Fêsel Ebû Leyla şehîd bû.

Civata Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand, ku berî du rojan bi giranî birîndar bû û ji bo nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê hat veguheztin, lê jiber giraniya birînên wî şehîd bû . Lê Rêveberiya Giştî ya Saxlemiyê yê Silêmaniyê red kir, ku kesek bi vî navî li nexweşxaneyên wan hebe.

Ebû Leyla  ku bi xwe Kurd e, temen 32 salî bû, ji xelkên gundê Qere Rîşik ya ser bi Kobanê bû û bavê 4 keçan bû.

Di berdewamiya vê operasyonê de.HSDê digel hêzên Civata Leşkerî ya Menbicê di berdewamiya operasyona kontrolkirina MInbicê de, karîn pêşketinên baş bidest bixin û hawîrdora wê bibin. Ku li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, tenê 4  k.m  maye, da ku bighin bajarê menic.

Piştî ku ji aliyê başûr û rojhelat ve pêşveçûn,  gundê Kabircê kontrol kirin. Niha jî şer li wir li gundên  Rebîe û  el-Şiyûx yên 3 k.m ji Menbicê dûr in  berdewam e.

Herwiha duh jî, hêza navhatî riya sereke ya alîkariyan di navbera Menbic û Reqayê de kontrol kirinm digel 36 gundan. Bi vê yekê pêwendî û rê di navbera çekdarên DAIŞê de li wan herdu bajan dibire.