Bo yekem car Ewropa alîkariyên mirovî rêdike Sûriyê

Berî niha , Cîgirê Wezîrê Derve yê Çîkê Martin Tilapa ragihandibû, Hikûmeta welatê wî amadeye alîkariyan bighîne Sûriyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekemîn karwanê alîkariyên mirovî yên Ewropayê piştî dorpêça li ser Sûriyê gihişte wî welatî.

Şeva bûrî yekemîn karwanê alîkariyên mirovî gihişte Dimeşqa Paytext ji dema sepandina dorpêçan Yekîtiya Ewropa ve li ser wî welatî, ev alîkariyên ku, bi rêya balefirke Artêşa asmanî ya Çîk gihiştine Sûriyê , ji pêdviyên Pijîşkî pêk dihat û ji aliyê Heyva Sor ya Çîkî ve hatine peyda kirin.

Berî niha , Cîgirê Wezîrê Derve yê Çîk Martin Tilapa ragihandibû, Hikûmeta Çîk razî ye ji bo gihandina du karwanên alîkariyan ku, bi bihayê nêzî 166 hezar dolare, bo deverên dorpêç kirî yên li Sûriyê.