Hemo: Em yekrêziyê dixwazin lê PYDê êrîşî sembolên Kurdî dike

Endamekî Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) dibêje: "beşdarbûna PYDê di danûstandinên Cenêvê, bo rêgirtin li pêş projeya netewî ya ENKSê ye, ji ber ti projeya PYD û TEV-DEMê bo netewa Kurd tune ye."
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Pîlotbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) dibêje: "beşdarbûna PYDê di danûstandinên Cenêvê, bo rêgirtin li pêş projeya netewî ya ENKSê ye, ji ber ti projeya PYD û TEV-DEMê bo netewa Kurd tune ye."

Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Ebidilbasit Hemo derbarê operesyona rizgarkirina Minbic de ji K24ê re ragihand, ku şerê terorê li kîjan derverê were kirin, cihê şanaziyê ye. Hemo amaje kir jî, ku wan dixwast Pêşmergeye Rojava derbas bibin û şerê DAIŞê bikin, lê PYDê rê nade ku Pêşmege berevaniyê di ber xaka xwe de bike. 

Hemo diyar kir, ku projeya PYDê ne ji bo berjewendiya gel Kurd e, PYD dibêje ew ji ber pêkhateyên din û mirovahiyê de xebatê dikin, ku Kurdistan qet ne di bala wan de ye, barûvajî wê, ew êrîşî gundên Kurdan dikin xelkê û siyasetmedarê Kurdan digirin.

Derbarê pêwendiyên Amerîka bi PYDê re, Hemo got ku, pêwendiya Amerîka bi PYDê re, siyseteke tektîkî ye, siyaseta Amerîkayê her tim tê guhartin, heger yekrêziya Kurd nebe, piştevaniya Amerîka ji PYDê re dê demkî be.

Derbarê beşdarbûna PYDê di danûstandinên Cenêvê de, ku Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura lîsteyek ji 29 pirsan derbarê nerîna wê bo pêşeroja Sûriyê û qonaxa veguhêz de ji PYDê re birê kiribû. Hemo got: "Em dixawzin ku Kurd yedeng û yekdest be, lê beşdarbûna PYDê ew e, ku rê li pêş projeya netewî ya ENKSê bigre, ji ber ti projeya PYD û TEV-DEMê bo netewa Kurd tune ye."

Hemo li ser pirsa girtina siyasetmedarên Kurd ji aliyê asayişa Rojava ve got: "PYDê bi girtina siyasetmedarê Kurd yên xwedî dîrokeke dirêj di xizmeta doza Kurd de, dixwaze gel bixapîne. PYDê her bi bi dîmokartiyê bang dike, lê ti tiştî ji gotinê bikar nîne. PYDê qanûnên xwe ji rêjîma Sûriyê werdigire. PYDê bi navê demikratiyê pêlî demikratiyê dike."

Hemo diyar kir jî, ku ji mafê gelê Kurd de xwepêşandanan bike, PYD nikare ti carî mafê siyasî têxe dest xwe tenê.

Bo rêkeftineke din di navbera ENKSê û TEV-DEMê de, Hemo diyar kir, her destê wan bo yekrêzî û yekdengiya Kurd bo berjewendiya gelê Kurd dirêje, lê biryarên ji Şam û Qendîlê ji PYDê re tên, ti carî ne ji bo vê yekê ne. PYD êrîşî ala Kurdî û siyasetmedar û xortên Kurdan dike.