Barzanî: Berê ev welat cihê kuştinê bû niha jî cihê jiyanê ye

Bi salvegera derketina biryara hejmar 688 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi danana hêla dijefirînê li Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî peyamek belav kir.

K24 – Hewlêr

Bi salvegera derketina biryara hejmar 688 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi danana hêla dijefirînê li Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî peyamek belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya merasîma bîranîna wê rojê li Washingtonê ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa hate xwendin.

Di payama Barzanî de hat, di Adara sala 1988an dora 5 hezar Kurd bi çekê kîmyayî li Helebçe ya Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. herwiha 182 hezar Kurd jî di salên heştiyan ji sedsala borî jî hatin enfalkirin. 12 hezar Kurdên Feylî û 8 hezar Barzanî hatin enfalkirin. Tenê ji ber ku ew Kurd bûn. 4 hezar û 500 gundên Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêjîma Sedam Husên ve hatin wêrankirin.

Herwiha di peyama Barzanî de hat ku, piştî wê karesetan, niha li Herêma Kurdistanê palmenato û hikûmetekê damezrînin, rojane jî di pêşveçûnê de ne. Berê ev welatê ku cihê êş, îşkencê û kuştinê bû, niha bûye cihê jiyan, hêviyan û pêkvejiynê . Li Kurdistanê hemû mafê xelkê tê parastin.

Herwiha di peyama Barzanî de hat jî, ku spasiya wê biryarê dikin, ku li hember rêjîma Sedam hatibû derxistin. Niha hêza Pêşmerge li dijî DAIŞ bi qehremanî şer dike û qurbaniyê didin. Berê, niha û di pêşerojê de jî Pêşmerge bûye sembola azadî û berxwedana Kurdistanê. Ne tenê jiyan û rûmete Kurd diparêzin, lê jiyan û rûmeta hemû cihanê diparêzin.