Sakonamî tekezî li pêwendiyên Kanada ligel Herêma Kurdistanê dike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li hember alîkariyên leşkerî bo hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, spasiya Kanadayê dike.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li hember alîkariyên leşkerî bo hêza Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de, spasiya Kanadayê dike.

Balyozê Kanadayê li Urdin û Iraqê Bêrno Sakonamî di hevdîtinekê de ligel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi hewlên welatê xwe bo bihêzkirina pêwendiya dîplomasî bi Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha Sakonamî amaje bi kompaniyên Kanadayê li Herêma Kurdistanê kir û ragihand, di 2 salên dawî de, kompanyên Kanadayê karîn cihê pêyekî girîng li Kurdistanê damezrîne, ku ew yek jî di berjewendiya herdu aliyan de ye.

Sakonamî aşkere kir jî, ku di bernaneya hikûmeta welatê wî de avakirina pêwendiyên dîplomasî yên dirêj heye, herwiha bo alîkariya Herêma Kurdistanê jî berdewam dibe.  

Ji aliyê xwe ve jî, Barzanî spasiya Sakonamî kir, bo rola wî di bihêzkirina pêwendiyan di navbera Kanada û Herêma Kurdistanê de.

Hevdîtina Balyozê Kanadayê li Urdin û Iraqê Bêrno Sakonamî ligel Barzanî tê, di çarçoveya bidawîbûna erkê wî wek balyozê Kanada li Iraq û Urdinê.