Tirkiyê amarên kuştiyênYPS li Mêrdîn û Şirnexê ragehand

Atêşa Tirkiyê, aşkere kir ku, di operasyonan de li Nisêbînê 495 endamên YPSê, li Şirnexê jî 505 endamên YPSê canê xwe ji dest daye.

K24-Navenda Nûçeyan

AtêşaTirkiyê, piştî bi dawîbûna Operasyonên Nisêbîna Mêrdînê û navenda Şirnexê ragehand, li her du bajaran bi giştî hezar endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê da zanîn ku, bi daxwaza Parêzgariya Wan û Şirnexê tevî polîsan, di 14ê Adarê de li Nisêbîn û Şirnexê dest bi operasyonan kirine.

Di 3ê Hezîranê de li herdu navendan operasyon bi dawî bûne.

Atêşa Tirkiyê, aşkere kir ku, di operasyonan de li Nisêbînê 495 endamên YPSê, li Şirnexê jî 505 endamên YPSê canê xwe ji dest daye.

Berê niha Artêşa Tirkiyê ragehandibû ku, ji meha Temûza 2015ê ve 500 endamên hêzên ewlekariyê hatine kuştin û nêzîkî 3 hezar kes jî birîndar bûne.