YNK bi 2 şandên cuda ligel PDK û Tevgera Goranê dicive

Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîna xwe ya îro de biryar de, ku bi 2 şandên cuda serdana Partiya Deromkrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîna xwe ya îro de biryar de, ku bi 2 şandên cuda serdana Partiya Deromkrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê dikin.

Li gor zanyariyên medyaya YNKê, ku Pîlotbîroya YNKê îro biryar de, ku 2 komîteyan pêk bîne, bo bi awayekî cuda serdana PDK û Tevgera Goranê bikin. Komîteya ku serdana PDKê jî bike, bi serokatiya Kusret Resûl û endematiya her yek ji Mela Bextiyar, Omer Fetah, Hakim Qadir, Ednan Muftî û Rizgar Elî pêk tê.

Herwiha şanda ku serdana Tevgera Goranê bike, ji Berhem Salih, Hakim Qadir, Hêro Îbrahîm Ehmed, Îmad Ehmed, Rifat Ebdula û Şalaw Kosert Resûl pêk tê.

Pîlotbîroya YNKê diyar kiribû, bo pêkanîna serdankirina aliyên siyasê, bi serkirdeyeke hevbeş ligel Tevgera Goranê dê were encamdan. Ev civîn jî yekem civîna Pîlotbîroya YNKê piştî rêkeftina wê ligel Tevgera Goranê, lidar dikeve.

Duh, endamekî Pîlotbîroya YNKê aşkere kiribû, ku PDK û YNKê bo goftûgo di warê navçeyên derneyî îdareya Herêma Kurdistanê, pirsa encamdana referandûmêm çareserkirina krîza darayî, pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê, lêvegerek ji pêwendiyên Hewlêrê bi Bexdayê re û serkeftinên Pêşmerge di şerê rizgarkirina Mûsilê de, dicivin.