Demîrtaş: Divê şer û xwînrijandin bi dawî bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê giştî yê Partiya Demokrat a Gelan (HDP) ragihand, divê şer û xwînrijandin bi dawî bibe û çek jî bêdeng bimînin.
Hevserokê giştî yê Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Selahetîn Demîrtaş, îro li Diyarbekrê di konfranseke rojnamegerî de gor: “Me bi hemû karînê xwe bo bicihkirina aştyê dane.”
Demîrtaş got jî: divê şer û xwînrijandin bi dawî bibe û çek jî bêne bêdengkirin, ji bo ku careke din aştî bê holê.
Herwiha Demîrtaş, li hemberî desthelatdarên Tirkyê jî got: “Heger hûn nikarin pirisgirêkan çareser bikin, dest ji kar berdin.”
Piştî hilbijartinên 7 Hizêrana 2015an, li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera PKK û dewleta Tirkiyê de berdewam dike û ti çareserî û dawîanîna şer û operesyonan hîn jî ne diyar e.