Barzanî: Referandûm ne tenê bi PDKê taybet e
K24 – Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, babet û pirsa referandûmê ne tenê taybet bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye.
Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku referendûm taybet e bi hemû aliyên siyasî û pirsa gel Kurdistan e, hemû aliyên siyasî jî di wê warî de hevnêrîn in.
Herwiha Barzanî got jî: “Divê aliyên siyasî bicivin û behsa referandûn û dem û awayê birêvebirina proseya referandûmê bikin û biryara wê bidin.”