Demirtaş: Şer û pevçûn ne qedera me ye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Diyarbekirê beşdarî vekirina avahî û parka Şaredariya Nû bû û li ser teqîn, şer û pevçûnên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê daxuyand ku, ji ber kêmasiya siyasetmedaran, zarokên Kurd û Tirk hevûdu dikujin û ev tişt jî qedera vî welatî nîne.

K24 – Diyarbekir

Hevserokê HDPê Selahatîn Demirtaş, di axaftina xwe de rexne gotarên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan kir, ku gotibû “Rakêşî û pevçûn ji destpêka mirovahiyê ve hebûne û dê heta qiyametê jî berdewam bikin” kir û dazanîn ku qiyamet û mirin emrê xweda ye, lê teqîn û aloziyên li Tirkiyê, ji ber bêbasîretiya siyasetê û siyasetmedara ye.

Demirtaş anî ziman ku, ew siyasetmedarên berpirsên kuştina mirovan û têkbirina xweza û bajaran e, dixwazin van pêkhateyan li ser civakê ferz bikin û bi wan rewa bidin, nîşandan.

Herwiha Demirtaş pêşniyar kir ku, ger bi desthilatdarî û opozisyonê, siyasetmedar nikaribin aştiyê bînin, divê îstifa bikin da ku rê li ber çareseriyan bên vekirin.

Demirtaş, bal kişand, ku meha Remezanê jî destpê kiriye û daxwaz kir ku hemû dia û daxwaz ji bo aştiyê bên pêşkêş kirin. Dîsa daxuyand ku, ew wek partî hemû rêbazên tundrew û aloziyê red dikin û divê rakêşî tenê li ser zimanê siyasetê bê kirin.

Demirtaş di dawiya axaftina xwe de jî, bal kişand ku dema, kanalên diyalogê bixitimin, ji alozî û teqînan re teşwiq derdikeve û divê ew parlamentoya Tirkiyê ku ji rol û misyona xwe hatiye derxistin, careke din vegere ser rola xwe û pirgirêkan çareser bike.